Siyasetvanê Kurd û parlamenterê berê yê Amedê Îdris Baluken hat berdan

05-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê Amedê û Serokê berê yê Koma HDPê ya parlamentoyê Îdris Baluken ku 6 sal û nîv bû di girtîgehê de bû, îro serê sibehê 5ê Nîsanê ji girtîgehê derket.

Îdris Baluken dema Serokê Koma HDPê ya Parlamentoyê bû, 4ê Mijdara 2016an ligel Selahattin Demirtaş zêdetir ji 10 parlamenteran hatibû girtin û 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di encama darizandinê de 9 sal û 2 meh ceza dabû wî.

Îdris Baluken, di rûniştina 30ê Çileya 2017an de hatibû berdan, lê li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Amedê 21ê Sibata 2017an careke din hatibû girtin.

Baluken, piştî ku 6 sal û 5 meh û rojekê di girtîgehê de ma, îro 5ê Nîsanê cezaya xwe qedand û ji Girtîgeha Sincanê derket.

Partiya Demokratîk a Gelan derbarê berdana Baluken de peyamek belav kiriye û ragihandiye: Alîkarê Serokê koma me yê berê û Parlamenterê Amedê Îdrîs Baluken piştî ku cezaya xwe temam kir ji girtîgehê derket.

Şêwirmendê Baluken, Hasan Kiliç jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi belavkirina wêneyeke xwe û Baluken, nûçeya berdana wî siyasetvanê Kurd belav kiriye û gotiye: “Silav roja nû, hêja Îdrîs Baluken niha di nav me de ye... Silav ji her kesî re. Di serî de spasiyên bêdawî ji bo hemû kesên ku ked dane, bi taybetî Reyhan Yalçindag Baydemir.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst