Galeriya wêneyan

05-04-2022
18 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) – Bajarê Bucha ku dikeve bakurê rojavayê Kyivê û 37 kîlometreyan dûrî paytexta Ukraynayê ye, piştî vekişîna hêzên Rûsyayê bi dîmenên termên sivîlan di rojeva cîhanê de cîh girt.

Dîmenên termên sivîlan ên li kolanên Buchayê ji aliyê ajansan ve ji neçariyê bi sansur hatine belavkirin.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de, kuştina sivîlan red kiribû.

Rayedarên welatên rojavayî, Rûsya bi encamdana tawana şer li Ukrayna tohembar dikin û Moskowê şermezar dikin lê Wezareta Berevaniyê ya Rusyayê ew dîmen wek ‘provakasyona herî dawî’ ya Ukraynayê bi nav kir.

Dîmenên dawî ên ji Buchayê wêraniya bajêr a piştî vekişîna Rusyayê nîşan dide.