Li Dîlokê 28 xwendekarên keç bi jehrî ketin

05-04-2022
RÛDAW
Nîşan Dîlok Şahînbeg Jehrîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê li beşê navxwe yê dibistana keçan 28 xwendekarên keç bi awayekî bi guman bi jehrî ketin.

Li beşa navxwe ya li navçeya Şahînbeg a bajarê Dîlokê şeva din piştî fitarê hinek xwendekar rûbirûyê dil lihevketin û serêşê bûn.

Li ser vê yekê 28 xwendekar ku tê guman kirin bi xwarina bi jehrî ketine bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Niha xwenedkar li nexweşxaneya bajêr di bin çavdêriya pizîşkan de tên dermankirin û hatiye ragihandin ku ti metirsî li ser jiyana wan nîne.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst