Li Qersê hişyariya bilindbûna asta avê

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Qersê ya Bakurê Kurdistanê derbarê egera çêbûna bûyer û karesetên xwezayî yên di encama helîna berfê de hişyarî da welatiyan.

Parêzgariya Qersê îro 5ê Nîsana 2022ê bi daxuyaniyekê derbarê helîna zêde ya berfê û bûyerên xwezayî yên di encama vê yekê de hişyarî da welatiyan.

Parêzgariya Qersê dibêje: “Li navçeya me pileya germayê bi awayekî neasayî ji nîşkekê ve bilind bûye. Ji ber wê yekê hêj jî, metirsiyên bilindbûna asta avê, lehî, aşût û zirzileyê berdewam in. Divê derbarê egera çêbûna her pêşhateke nerênî tedbîrên pêwîst bên wergirtin.”

Şeva 4ê Nîsana 2022ê  li parêzgeha Qersê piştî germbûna hewayê ji ber helîna berfê 18 mal û axûrên welatiyan di bin avê de mabûn. Herwiha  30 kesên ku  di malên xwe de asê mabûn jî ji aliyê tîman ve hatibûn rizgar kirin.

Ev di demekê de ye Rêveberê Karûbarên Avê ragihand, ji ber helîna berfa zêde di her kêliyekê de 37 metresêca av dirije bendava Qersê.

Li Qersê li tax di bin avê de mane xebat berdewam in

Ji aliyê din ve li Taxa Aydinlikevlerê ku ji ber berf pir bilez heliya, mal û axûr di bin avê de mabû, xebata ekîban a veguhestina avê û tesbîtkirina xesarê didome.

Li seranserî bajêr ji ber ku hewa ji nişkêva germ bû, berf jî bilez heliya. Li Taxa Aydinlikevlerê ya ku di navê ra erqa avê derbas dibe, tijî bû û avê di ser ra avêt. Di encamê da jî bi şev gelek mal û axûr di bin avê de man.

Karûbarên Avê, Midûriyeta AFADê, Rêveberiya Taybet a Parêzgehê û ekîbên îtfaiyeyê piştî ku 30 kesên di malên xwe da asê man hatin rizgarkirn û her wisa ajel hatin veguhestin, navber dan xebata xwe.

Ekîban sibehê zû cardin xebatên xwe dan destpêkirin û 35 serî dewarên Sezgîn Dagdelen ên ku li Kuçeya Sevgiyê di axûr de asê mabûn xilas kirin.

Dagdelen pir şad bû ku heywanên wî hatin xilaskirin. Dagdelen wiha got, "Heywanên me du rojan di tewleyê da mehsûr mabûn. Ekîbên îtfaiyeyê hatin û yek bi yek ji xilas kirin. Ez spasiya wan dikim."

Hin welatiyan xwe negirt û giriyan, hinek jî derketin ser baniyên avahiyên xwe yên di bin avê da man.

Walî û Wekîlê Şaredarê Qersê Turker Oksuz sibehê zû çû taxê û lêkolîn pêk anîn.

95 personelê şaredarî û saziyên din bi 12 makîneyên kar û 25 wesayîtan va xebatên texliyekirina avê û tesbîtkirina xesarê didomînin.