Çandinî li Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê mûsimê çandiniyê ji ber kêmbarîna baranê û kêmbûna mazotê li ber metirsiya têkçûnê ye. Cotkaran genim û ceh çandine, dexl bi zehmetî derketiye, lê pêwîstiya zeviyê bi baranê heye da ku dexl bigihîje dema çinînê.

Eger rewş wiha berdewam bike û baran nebare, metirsî heye ku ji ber hişkesaliyê, îsal mûsimê çandiniyê têk biçe û dexl hişk bibe.

Li gorî cotkaran pêwîstiya axa çandiniyê herî kêm bi 250 mîlîmetre ava baranê heye, ji bo ku mûsim biserkeve.

Li gorî amaran, îsal tenê nêzîkî 150 mîlîmetre baran bariyaye. Herwiha lîtreke mazota çandinyê jî ji bo cotkaran bi 125 lîreyên Sûrî ye.

Rêveberiya Xweser her 1 kîlogram tovê genim bi 1,200 lîreyên Sûrî daye cotkaran, lê têra hemû cotkaran nekir û hinek cotkar neçar bûn tov bi nirxekî buha bikirin, nirxê her 1 kîlogram tovê genim gihîşte 2,000 lîreyên Sûrî.

Rêveberiya Xweser îsal 35,000 ton tovê genim li ser cotkaran belav kiriye, lê pêwîstiya cotkaran zêdetir e û pêwîstiya wan bi bêhtirî 50,000 tonî heye.

Salane ji bo peydakirina tov û nan, pêdiviya deverê bi 600,000 ton genim heye.

Sala 2021ê ji ber kêmiya barîna baranê, berhema xwecihî ya genim, kêmî 200,000 ton genim bû.

Li Rojavayê Kurdistanê nêzîkî mîlyonek û 800,000 hektar zevî tê çandin ku 1,200,000 hektar bejî ye û 600,000 hektar jî avî ye.