Konsulxaneya Amerîkayê: Em pabendê piştevaniya li gelê Kurd in

05-04-2021
RÛDAW
Nîşan Konsulxaneya Amerîkayê Kurd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro 30 sal di ser avakirina herêma neferinê li Herêma Kurdistanê re derbas dibe, Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê bi vê helkeftê peyamek belav kir û têde dibêje: “Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê tekezî li ser pabendbûna xwe bi piştevanîkirina gelê Kurd dike û berdewam dibe li ser piştevaniya Herêma Kurdistana bihêz di çarçoveya Iraqa Federal de.”

Di 5ê Nîsana 1991an de, Encûmena Asayişa Navdewletî bi biryara hejmar 688, herêma neferînê li ser hêla 36a pan li Başûrê Kurdistanê ragihand. Konsulxaneya Amerîkayê di vê bareyê de dibêje: “Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê alîkar bûye di damezrandina herêma neferinê de ji bo piştrastîdayîna li ser silameta gelê Kurd.”

Konsulxaneya Amerîkayê li ser hesabê xwe yê Facebookê wêneyê General John Shalikashvili belav kiriye ku serdana beşek ji kurdên aware kiriye li Şirnex a Bakurê Kurdistanê.

Piştî raperîna adara 1991, beşek ji xelkê Başûrê Kurdistanê ji ber gefên hikûmeta Iraqê û ji tirsa êrişên hêzên Iraqî berê xwe dan sînorên Tirkiyê û Îranê û koçberiya mezin a gelê Kurd dest pê kirin.

Koçberiya mezin a gelê Kurd bû sedema koçberbûna nêzîkî 1.5 milylon kesan û wê yekê hestê civaka navdewletî livand û piştre bi biryara 688, Encûmena Asayişa Navdewletî biryar da ku herêmeke neferînê bo parastina gelê Kurd ava bê avakirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst