Kazimî: Kek Mesûd bira û Kek Nêçîrvan nêzîktirîn hevalê min e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand ku Serok Mesûd Barzanî birayê wî ye û Serokê Herêmê Kek Nêçîrvan Barzanî nêzîktirîn hevalê wî ye û di van nêzîkan de jî serdana Hewlêrê dike.

Mistefa Kazimî di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Şerq El-Ewset a Siûdiyê got: “Peywendiya min ligel serkirdeyên herêmê ne nû ye, ew peywendî jî ne tenê bi butçeyê ve girêdayî ne, lê girêdayî hemû warekî berfirehkirina hevahengî û bi hev re karkirinê ye di navbera serkirdayetiya herêmê û hikûmeta federal de.”

Kazimî di wê hevpeyvînê de behsa peywendiya xwe û Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî dike û dibêje: “Peywendiya min a berdewam ligel bira û hevalê min Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêmê Kek Nêçîrvan Barzanî heye, berdewam Kek Nêçîrvan Barzanî û biraziyê xwe Mesrûr Barzanî, Serokê hikûmeta herêmê wek du nêzîktirîn hevalên xwe dibînim.”

Her di wê hevpeyvînê de Kazimî eşkere kiriye ku bi armanca pevguhertina nerînan derbarê qonaxa pêş de, ku wan nêzîkî birêveçûna hilbijartina pêşwext dike, serdana Hewlêrê dike.

Derbarê danûstandinên Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta Iraqê li ser beşa butçeya Herêma Kurdistanê û proseya dengdanê li ser butçeya federalî ya 2021ê, Serokwezîrê Iraqê dibêje: “Têbîniyên hemû fraksyonên parlamentoyê li ser proje-yasaya butçeyê, serrastkirina projeyê û bendên taybet bi herêmê hebûn, hemû jî bi astên cuda hevkar bûn bo derbaskirina nakokiyan û gehiştina wê teksta ku hat pesendkirin, bêguman nabe rola serokê parlamentoyê û herdu cîgirên wî jî jibîr bikin, şanda danûstandinê ya herêmê jî bi dirêjahiya sê mehan danûstandin ligel serokên fraksyonan û hersê serokatiyan kir bo gehiştina wê teksta ku parlamentoyê pesend kir.”

Mistefa Kazimî ku di kêmî hefteyekê de serdana Îmarat û Siûdiyê kir, got: “Iraq hewl dide bo wêya bibe xala pevgehiştin û temamker li navçeyê, ku ji ber astengan gelekî naland, niha jî derfetek heye bo anîna aramiyê li wê navçeyê bi rêya girîngîpêdanê.”