Ji mamosteyeke li Nisêbînê parvekirina nijadperestî li dijî Kurdî

05-04-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, mamosteya matematîkê Buşra Tarim a li Dibistana Amadehî ya Anadoluyê, ji ber peyama xwe ya li ser twittêrê ya li dijî Kurdî, bikarhenêrên medyaya civakî nerazîbûna xwe li hemberî wê nîşan dan.

Mamoste Buşra Tarim ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê mamosteya matematîkê ye li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek li dijî Kurdî belav kir û hêvî kir ku tayîna wê derbikeve.

Buşra Tarim li ser hesabê xwe yê twitterê wiha nivîsandiye: “Xwedê, bila êdî tayîna min derbikeve. Tehemila min nema mirov bi Kurdî biaxivin.”

Ev peyama nijadperest a dijî zimanê Kurdî ya Buşra Tarim, li ser medyaya civakî rastî bertekan hat.

Buşra Tarim piştî bertekên li dijî wê, hesabê xwe twittêrê ragirt.

Bikarhênerên ku li ser medyaya civakî li hemberî Buşra Tarim nerazîbûn nîşan dane, ji Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê xwestin ku ew jî karê xwe bê dûrxistin.

Hat zanîn ku Buşra Tarim berî 3 salan li navçeyê Nisêbînê dest bi mamostetiyê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst