Li dijî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê lêpirsîn hat destpêkirin

05-04-2019
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Lêpirsîn HDP
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serdozgeriya Komarî ya Amedê, li ser pîrozbahiya hilbijartinan ku Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û serokên şaredariyên navçeyên Amedê beşdar bûbûn, lêpirsîn da destpêkirin.

 

Serdozgeriya Komarî ya Amedê bi hinceta ku "propagandaya rêxistinê" hatiye kirin, li dijî Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçuk Mizrakli û serokên şaredariyên navçeyên Amedê ku li gor encamên nefermî di hilbijartinên şaredariyan a 31ê Adarê de bi ser ketine, lêpirsîn da destpêkirin.

 

Hat ragihandin, serdozgeriya Amedê bi îdiaya ku duh li avahiya HDPê civînek hatiye kirin û di wê civînê de sirûda PKKê hatiye xwendin, rêz li gerîlayên PKKê yên ku jiyana xwe ji dest dane hatiye girtin, ji bo Abdullah Ocalan dirûşm hatine gotin û pesnê PKKê hatiye dayîn, lêpirsîn daye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst