Hikûmetê roja azadkirina Iraqê kire betlane

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojek weke bêhnvedana giştî (betlane) li seranserê Kurdistanê ragihand.

 

Li gorî malpera fermî ya hikûmetê, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sfîn Dizeyî roja azadkirina Iraqê ji destê rejîma Beisî ku dike roja Duşemiya heftiya bihê, weke betlane ragihand.

 

Sefîn Dizeyî diyar kiriye: “Em ji hemwelatiyên xoştivî yên Herêma Kurdistanê re radigihînin, ku roja Duşemî 9ê Nîsana 2018ê bi boneya bîranîna azadiya Iraqê, li tevahiya sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêhnvedana fermî ye, lê belê roja Yekşemî 8ê Nîsanê dewam asayî ye û nabe betlane”.

 

Roja 9ê Nîsana sala 2003an de û di encama operasyona Amerîka, Brîtanya û welatên hevpeyman de, rejîma Beis a Iraqê ya bi serokatiya Sedam Hisên bi temamî hat herifandin û Iraq ji destê wê rejîmê rizgar bû.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê di edebiyata xwe ya siyasî de, wê rojê weke roja azadkirina Iraqê bi nav dikin.