21mîn Festîvala Gelawêjê dest pê kir

05-04-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Silêmanî Festîvala Gelawêj Huner Wêje Kurdistan
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Îro 21mîn xûla festîvala wêjeyî û hunerî ya Gelawêj li Silêmaniyê bi beşdariya hejmarek mêvanên biyanî û navxweyî dest pê kir.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê, Hawkar Yasîn derbarê mêvanên gestîvalê û çawaniya birêveçûna festîvalê de ragihand, îro Pênşemî 5ê Nîsana 2018ê di saet 10:00an de 21mîn festîvala wêneyê û hunerî ya Gelawêjê li hola Tewar a Silêmaniyê dest pê kir.

 

Hawkar Yasîn got, di xûlên berê de, festîval heta 5 rojan berdewam dibû, lê belê festîvala îsal ciyawaz dibe û dê heyama wê 3 roj be.

 

Herwiha îsal hejmara mêvanên beşdar di festîvala Gelawêj de ji salên berê gelek kêmtir e, ew jî ji ber du sedeman, ya yekem berdewamiya qeyrana darayî li Herêma Kurdistanê û herwiha ya duyem jî rewşa siyasî ya Kurdistanê ye.

 

Peyamnêrê me da xuyakirin, ji bo beşdarbûna di festîvalê de hejmarek mêvan ji Îran û Bexdayê ve hatine Silmaniyê, herwiha îro dê du mêvanên din jî ji welatê Elcezaîrê ve bigihin Silêmaniyê.

 

Bernameya karê îro yê festîvalê bi vî awayî ye, ku festival ji demjimêr 10:00an dest pê dike û destpêkê serokê binkeya ronakbîrî ya edebî ya Gelawêjê, herwiha gotara serpireştê festîvalê ji aliyê Mela Bextiyar vet ê pêşkêşkirin.

 

Herwiha îro pêşangeheke pirtûkan li pirtûkxaneya giştî ya Silêmaniyê tê vekirin û demjimêr 15:30an jî beşa duyem a festîvalê bi sazkirina panêleke derbarê çîrokan de detspê dike û piştre jî dîdarek bo helbestê tê sazkirin.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst