AMED - 722 karmendên şaredariyan bê sedem ji kar hatin avêtin

05-04-2018
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Qeyûmên şaredariyên Amedê bêyî ku hincetek diyar bikin karmendan ji kar derdixin
Qeyûmên şaredariyên Amedê bêyî ku hincetek diyar bikin karmendan ji kar derdixin
Nîşan Amed Şaredarî Jikaravêtin Qeyûm Karmend
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Di vê hefteya dawî de 722 karmendên ku piraniya wan di şaredariyên bajarê Amedê de dixebitîn, ji aliyê rêvebiriyên qeyûmên wan şaredariyan ve bi hinceta ku ew ji lêpîrsîna ewlehiyê derbas nebûne hatine avêtin. Serokê Sendîkaya Karmendên Jikaravêtî jî dibêje, ku "me serî li dozgeriyê daye û  ti sûcekî wan karmendan bi  fermî nehatiye dîtin û dûrxistina wan a ji kar, ne dadî ye".

 

Li bajarê Amedê 722 karmendên şaredariyên wek Şaredariya Bajarê Mezin, Şaredariya Rezan, Şaredariya Yenîşehîrê, Şaredariya Sûrê, Şaredariya Erxeniyê, Şaredariya Hezroyê ji kar hatin avêtin.

 

Karmendên taşeron yên ku ji kar hatine avêtin, di demên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de dest bi kar kiribûn.

 

Ew bi hinceta ku ji lêpirsîna ewlehiyê derbas nebûne, ji kar hatine avêtin û wê di dewsa wan de li tevahiya bajarê Amedê di sazî û dezgehên fermî de 12.452  karkerên kadro yên ku bi Biryarnameya di Erkê Qanûnê de ya 696an mafê kadroyê girtinê, hatine bi cîh kirin.

 

Karmendê  jikardûrxistî Atilla Aslan ji Rûdawê re diyar kir: "Ez di Şaredariya Rezan de dixebitîm,  4 zarokên min hene û tenê di malê de ez dixebitîm, nizanim çi bikim, neheqî li me tê kirin û dê li şûna me mirovên xwe bi cih bikin, ez karê xwe dixwazim."

 

Karmendên jikaravêtî ji dozgeriya Amedê, bi rêya pirsyarnameyekê daxwaz kirin ku "gelo ti dozek an jî lêpirsînek li wan hatiye vekirin an na?", di bersîvê de hate xuyakirin ku ew tevlî ti sûceke fermî nebûne.

 

Şêxmûs Aksel ku ew ji kar hatiye dûrxistin dibêje: “Me ji dozgeriya Amedê  kaxiz aniye ku di derheqê me de ti sûc û lêpirsînek nîne, bi carekî min dît ji min re gotin me te ji kar avêt, çi gunehê me heye, me zibl û pûşa Amedê bi salan bi destên xwe paqij dikir  Xwedê ji neheqan re nehêle.”

 

Karmendan rûpelên ku wan ji dozgeriya Amedê wergirtine anîn û radestê sendikaya GENEL-İŞê kirin, sendîka li ser navê wan doz li saziyên wan vedike, ji ber ku sendîka dibêje avêtina karmendan ne hiqûqî ye û ti kesek nabe ku ji ber sûcê kesek malbata xwe an jî xismên xwe were sûcdarkirin, edalet li gor hêmana "her kes ji sûcê xwe berpirsyar e" tevdigere.

 

Serokê Şaxa Amedê yê Sendikaya GENEL-İŞê Hasan Eroglu dibêje: “Biryara jikaravêtina wan, ne dadî ye, heta niha ew karmendên ku doz û lêpîrsîn li ser wan hebûn ji xwe di nav vê sal û nîvê de bi tevahî ji karên xwe hatine avêtin, hejmara wan gihîşte 1500an, lê di derbarê van karmendên ku vê hefteyê hatine avêtin de, ti doz û lêpirsînek tine. Li gor agahiyên ku me bi dest xistiye ev karmend li ser saloxên  saziya îstîxbaratê hatine dûr xistin, an ji malbata wan an jî ji derdora wan kesek ku doz lê hatibe vekirin hebûye û ev kes bûne qurbanî.”

 

Karkerên Şaredariyên Amedê yên ku vê hefteyê ji kar hatine avêtin:

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: 242 karmend

 

DİSKİ: 76 Karmend

 

Şaredariya Rezan: 255 Karmend

 

Şaredariya Bajarê Nû: 46 Karmend

 

Şaredariya Sûrê: 42 Karmend

 

Şaredariya Erxenîyê: 56 Karmend

 

Şaredariya Hezroyê: 5 Karmend

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst