Çîroka rizgarbûna keçeke Mesîhî ji DAIŞê

06-04-2018
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Keçeke Mesîhî Rîta Hebîb HSD DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Keçeke Mesîhî ya bi navê Rîta Hebîb piştî 4 salan ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve ji destê DAIŞê hat rizgarkirin. Rîta Hebîb duh gihişte bajarê Hewlêrê.

 

Çekdarên DAIŞê dema ku di 7ê Tebaxa 2014an de êrişî gundê Bexdîda yê ser bi navçeya Hemdaniye ya Neynewayê kirin, Rîta Hebîb revandin. Piştî ku çekdaran ew veguhestin bajarê Mûsilê, Rîta Hebîb firotin çekdarekî din ê li Sûriyê. Ji dema rizgarbûnê ve, Rîta li bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê maye û herî dawî gihişte paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê.


Rîta Hebîb ji Rûdawê re çîroka desteserkirina xwe qal kir: “Dema ku DAIŞê hat deverê Şingalê em hêj li gund bûn, em piştre derbasî Mûsilê bûn, ji ber hatina DAIŞê xelk direviya.”


Hebîb diyar kir: “Min jî xwest ku ez birevim Tirkiyê û mafê penaberiyê werbigrim. Ez derketim, lê bavê min li vê derê ma. Ez çûm wê derê û ez mehekê mam. Ez çûm Tirkiyê.”


Rîta dibêje: “Birastî min her dem dibihîst DAIŞ li Mûsilê ye, lê min nizanî bû ku ew pêşve diçin û ber bi gundê me ve diçin. Bi awayekî berdewam peywendiya min li gel bavê min û ligel hevalên min ên ku li gund bûn hebû. Ji min re digotin tiştek tine, birastî jî tiştek tinebû ji ber ku DAIŞ hêj negihiştibû gund.”


Piştre bavê Rîta xwestiye ku kêça wê bi wan re têkeve têkiliyê û ew jî biçin Tirkiyê daku xwe ji metirsiya DAIŞê xilas bikin. Rîta dibêje: “Min biryar da ku ez vegerim, dema ez ji Tirkiyê vegeriyam gihiştim Hewlêrê.”


Rîta diyar dike ku jib o xwe bigihîne gundê xwe xwestiye ku otomobîlek peyda bike, lê her kes jê re gotine ku li Mûsilê terorîst hene û ew nikarin biçin.


Rîta Hebîb eşkere dike ku bi zor û zehmet xwe gihandiye gundê xwe û got: “Dema min xwe gihand gund serê sibehê bû û tiştek tinebû, piştre heta nîvro şer û pevçûn çêbû zarok jî hatin kuştin, piştre xelk ji gund reviyan.”


Hebîb diyar dike, ji ber ku bavê wê li gund bûye nekariye bireve û got: “Dema ku DAIŞê navçe kontrol kir, kesek nekarî derkeve û em hatin dorpêçkirin.”

 

Keçeka Mesîhî da zanîn ku rêxist DAIŞê piştî ku ew revandine  çekdarên wê rêxistinê ew veguhestiye gundê Şiêtat ê ser bi Dêrelzorê ve û pişt re ew herêm ji aliyê şervanên HSDê ve hatiye dorpêçkirin.

 

Bi gotina Hebîb, şervanên HSDê li herêma gundê Şiêtatê pêşketin pişt re bi alîkariya Rêxistina Şilomo, wê hêzê ew rizgar kiriye.

 

 Wek Kes û karên Rîta bi tenê bavê wê maye. Bavê Rîtayê ji piştîda destnîşan kir ku wî gelek zehmetî dîtin ku heta gihişte vê roja ku carek din keca xwe dîtiye.

 

Bavê Rîtayê jî wiha axifî: “Rewşa me baş bû û tiştek ji me kêm nebû, lê tîrorsit hatin û jiyan me hemû têkdan. Kesekî ji Mûsilê keça min firot.”

 

Endamê Rêxistina Şlomo Faris Yûsif jî eşkere kir ku wan ji bo rizgarkirina Rîta nêzî 30 hezar dolar dane heta ku karîbûn cihê wê diyar bikin.

 

Rîta piştî ku rizgar bûye ew nêzîkî 5 mehan li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê maye.

 

Endamê Rêxistina Şlomo Faris Yûsif jî anî ziman: “Rîta piştî ku gihişt deverên aram ên Kurdan û mesîhiyan li wir me peywendî li gil dost û hevalin danî. Bi alîkariya wan me nêzkî 30hezar dolar da û me ew anî vir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst