Tirkiye 6 gundên Sîdekan topbaran dike

05-04-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Tirkiye Topbaran Sîdekan Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Sîdekan (Rûdaw) - Topxaneyên Tirkiyê bi awayekî tund 6 gundên sînorê Sîdekan a ser bi navçeya Soran a Hewlêrê topbaran dikin. Rêveberê bajarokê Sîdekan diyar kir ku ji ber topbaranê du gund hatin valakirin û niştecihên wan aware bûn.

 

Rêveberê Bajarokê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand: “Topxaneyên Artêşa Tirkiyê bi tundî gundên Xelîfan, Lêlkan, Karekan, Sîran, Şapan û Goreşan topbaran dikin û ji ber topbaranê niştecihên herdu gundên Xelîfan û Lêlkan ji bo parastina jiyana xwe ji gund derketin, çimku topên dûrhavêj bi ber herdu gundan ketine.”

 

Îhsan Çelebî herwiha diyar kir: “Gundên ku ketine ber topbaranê avakirî ne û nêzîkî 100 malbat têde dijîn.”

 

Artêşa Tirkiyê di 10ê Adarê de ligel operasyona xwe ya li Başûrê Kurdistanê devera Biradost, topxaneyeke xwe li gundê Mawan a Bakurê Kurdistanê bi cih kiriye û ji wir topan diavêje gundên Başûrê Kurdistanê, tevî bombebarana berdewam a firokeyên şer li Qendîl û Biradost

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst