RIHA - Xortê bêkar hewla xwekuştinê da

05-04-2017
RÛDAW
Nîşan Riha Serê Kaniyê Riha Xwekuştin Ahmet Ç
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li Bakurê Kurdistanê, navçeya Serê Kaniyê ya ser bi parêzgeha Rihayê, xortekî bêkar xwest xwe bikuje.

 

Bûyer li navenda navçeyê qewimî.  Welatiyê bi navê Ahmet Ç bi hinceta ku nikare kar bibîne, derkete ser birca 36 metre dirêj û gef xwar ku ew dê xwe bikuje.

 

Welatiyên ku Ahmet Ç dîtin, yekser gazî polîs û ambulansê kirin.




Li ser agahdarkirinê polîs, ambulans û agirkuj hatin cihê bûyerê û agirkuj li ser îhtîmala xweavêtinê, li bin bircê tedbîrên xwe wergirtin.

 

Di heman demê de polîsan jî hewl didan, Ahmet Ç razî bikin da ku xwe neavêje.

 

Herî dawî Cîgirê Serokê Şaredariyê Adnan Daşkiran jî hate cihê bûyerê û bi xortê ku dixwest xwe biavêje hinekî axivî. Piştî nîv saetê, xort hate razîkirin û Ahmet Ç dakete xwarê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst