Li Çewlîgê qedexeya derketina derve hat ragihandin
Navenda Nûçeyan – Li çend gundên girêdayî navçeya Darahênê ya Çewlîgê heta fermanekê din qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Parêzgariya Çewlîgê bi daxuyaniyekê li 7 gundên û 8 taxên bi ser navçeya Darahênê ve ji 4ê Nîsanê saet 23:00 heta fermanekê din qedexeya derketina derve ragihand.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Çewlîgê ev biryar li hemberî gerîlayên PKKê operasyonekê leşkerî li herêmê pêk binîn lewma hatiye standin.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Biryar e li herêmên gundên Dikpinar, Gerçeklî, Doşekkaya, Uçgul, Kavakli, Dedebag û Gozertepe û taxên Demirboga, Karataş, Çekmece, Arakli, Ekinlî, Gullece û Bayramlî yên bi ser navçeya Darehênê ve operasyon bêne encamdan.”