Bêrîvan a ji Almanya li Başûr hatiye girtin

05-04-2016
RÛDAW
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Berîvan Al-Zin a 32 salî ku hemwelatiya Almanyayê ye, ji 22ê Adarê ve li Başûrê Kurdistanê tê ragirtin. Ev yek Wezareta Derve ya Almanyayê diyar kir.

Wezareta Derve diyar kir, konsolxaneya Almanya ya li Hewlêrê ligel berpirsên kurd di pêwendiyê de ye û ewê di rojên pêş de serdana Berîvan bike, ku vê gavê li girtîgeheke jinan li Hewlêrê tê ragirtin.

Weke ku Partiya Çep ya Almanyayê jî diyar kir, Berîvan hevkareke parlementerê wan yê herêma Bremenê Martin Dolzer e û ew li ser daxwaza Dolzer ji bo lêkolînan çûbû Rojavayê Kurdistanê û di dema derbasbûna Başûrê Kurdistanê de hatiye binçavkirin.

Li gor Partiya Çep, Berîvan Al-Zin tê tometbarkirn ku bi qaçaxî ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bûbe.

Dolzer diyar kir ku Berîvan Al-Zin li ser daxwaza wî ji meha Çile ve li hêrêmê li ser mafên mirovan lêkolînan dimeşîne, herwiha pêwendiyan ligel rêxistinên mafên mirovan û koçberan li herêmê datîne.

Dolzer diyar kir ku Berîvan 6 rojan girtî maye, bêyî ku ew bikaribe bi kesekî re biaxive û roja 7ê destûr hat dayîn ku ew bi malbata xwe re bi rêya telefonê biaxive.

Dolzer bang li hikûmeta Almanyayê kir ku ji bo serbestberdana Bêrîvana hemwelatiya Almanyayê bikeve nav hewldanan.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst