Li rojhilatê Kurdistanê girtina welatiyan didome

Hewlêr (Rûdaw) – Kampanya Mafên Mirov li Îranê ragihand, 10 welatiyên kurd û azerî yên Ormiyê ku destpêka Adara îsal bi tohmeta hevkarî bi partiyên neyarên rejîmê re hatibûn binçavkirin, bo girtîgeha navendî ya Ormiyê hatin veguhestin.

Li gorî nûçeya malpera KurdPa, kampanya mafên mirov li Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, destpêka meha Adara îsal hêzên ewlehiyê yên Îranê li bajarê Ormiyê avêtibûn ser mala hinek welatiyên kurd û azerî.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku wê demê 10 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn girtin.

Li gorî daxuyaniyê, girtiyên han ku bi tohemta hevkarî bi partiyên neyarên rejîma îslamî re hatibûn binçavkirin, piştî lêkolînek tund roja 23ê Adarê bo girtîgeha navendî ya Ormiyê hatin veguhestin.

Navên kesên hatine girtin wiha ne: Bêhrûz û Hesen Birûkanlû kurên Mihemed, Hesen Esedî kurê Bekir, Mîr Hadî Mûsewî (azerî), Emîr Hesen Bêhrûz kurê Hemdî, Efşîn Mîrzayî kurê Hemîd, Ezîz Delayî Mîlan, Ferzad Selamet kurê Faris, Ebduselam Behawer kurê Silêman, Xosro Bedwî.

Destpêka meha Adara îsal gelek çalakvanên siyasî, rewşenbîr û nivîskar û rojnamevanên kurd ji aliyê Îranê ve hatin girtin ku hinek ji wan li hember bedelên giran hatin berdan.