Namzedê Saadetê ji partiyeke Kurdan piştgirî xwest

05-03-2024
RÛDAW
Nîşan Partiya Saadetê Muhamed Sabir Firat PWK Amed Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê Partiya Saadetê Muhamed Sabir Firat ji bo hilbijartinên şaredariyê ji Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) piştgirî xwest.

Muhamed Sabir Firat, duh li gel şandeyeke partiya xwe çû serdana seredana Teşkîlata Amedê ya PWKyê.

Alîkarê Serokê Giştî yê PWKyê Vahît Aba û Mehmet Can Azbay, endamên Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Nurullah Tîmur û Mehmet Alî Yilmaz û Berdevkê PWKyê Hanîfî Turan şandeya Partiya Saadetê pêşwazî kir.

Namzedê Şaredariya Amedê yê Partiya Saadetê Muhamed Sabir Firat ji bo pêşewaziyê spasiya PWKyê kir.

Muhamed Sabir Firat derbarê hilbijartinan bîr û rayên xwe anîn ziman, behsa projeyên xwe kir û ji PWKyê xwest ku di hilbijartinên herêmî de piştgiriyê bide wî.

Şandeya PWKyê jî bi kurtayî behsa siyaseta PWKyê ya derbarê hilbijartinên herêmî kir.

Şandeya PWKyê behsa siyaseta ku PWKyê bi şîara “Ji bo em namzedên xwe bi hev re tesbît bikin, bajarê xwe bi hev re îdare bikin werin em Platformên Herêmî yên Hilbijartinê ava bikin” kir.

Şandeya PWKyê got, “Pêknehatina Paltformên Herêmî, ji bo hemû gelê me windahiyeke mezin e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst