Li Rihayê pevçûn: Kesek hat kuştin

05-03-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê di pevçûna navbera du grûpan de kesek hat kuştin.

Li gorî zanyariyan li navçeya Eyûbiyeyê ya Rihayê di navbera du grûpan de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî demek ji nîqaşê her du aliyan bi kêran êrişî hev kir.

Di pevçûnê de welatiyê bi navê Abuzer Olmez bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyî çûn cihê buyerê û welatiyê birîndar rakir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Rihayê.

Lê belê tevî hewildanên bijîşkî Abuze Olmez canê xwe ji dest da.

Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin û 5 kesên ku tevlî pevçûnê bûbûn hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst