YNK: Bila hilbijartin bibe derfeteke zêrîn a armancên Raperînê

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) got, “Bila hilbijartin bibe derfeteke zêrîn a armancên Raperînê.”

Polîtburoya YNKyê bi boneya salvegera 33yemîn a Raperînê peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar da ku hilbijartinên Parlamantoya Kurdistanê 10ê Hezîrana 2024an bên kirin.

“Em dê bigihin armancên stratejîk ê Raperînê”

YNKye hilbijartinên Parlamantoya Kurdistanê bi bîr anîn û got:

“Derfeteke zêrîn li pêşiya me heye da ku em bi rihê bicoş ê Raperînê û bi rêya dengdaneke paqij û demokratîk serpêhatiya xwe ya navxweyî binirxînin.

Em dê bi hev re, bi beşdariya aktîv a nifşên nû şêwaza birêvebirina xwe baştir bikin û em dê bigihin armancên stratejîk ê Raperînê.

Bila hilbijartin bibe derfeteke zêrîn a armancên Raperînê.”

Xelkê Ranyeyê 5ê Adara 1991ê li dijî rejîma Beasê serî hilda.

Piştî vê serhildana ku wekî “Raperînê” hat binavkirin piraniya axa Başûrê Kurdistanê ket destê Kurdan.