Berhemanîna elektrîkê li Bendava Tişrînê hatiye rawestandin

05-03-2023
Loloxan
Berhemanîna elektrîkê li Bendava Tişrînê hatiye rawestandin
Berhemanîna elektrîkê li Bendava Tişrînê hatiye rawestandin
Nîşan Bendava Tişrînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bendava Tişrînê ya li ser Çemê Feratê ji ber kêmbûna ava Çemê Firatê karê bendavê hat rawestandin.

Bendava Tişrînê 33 kîlometre dikeve başûrê Minbicê û 70 kîlometre başûrê rojavayê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê.

Ji ber kêmbûna ava Çemê Feratê, Rêveberiya Xweser kar li vê bendavê bo berhemanîna elektrîkê ji 1ê Adarê heta 8ê mehê rawestand.

Rêveberê Bendava Tişrînê Hemûd El-Hemmadîn got "Ji ber kêmbûna avê ku zêdeyî salekê ji aliyê Tirkiye ve dibe û xerckirina zêde ya avê ji aliyê golan ve, heta em gehiştin asta mirî ya herî kêm di gola Bendava Tişrîn de, lewra di encama civînên berdewam ên îdareya bendavan ligel Ofîsa Enerjiyê de me kar li bendavê rawestand, daku em avê ji welatiyan re dabîn bikin û demsala çandiniyê ya 2023an rizgar bikin."

Tevî ku çandiniyê ji ber daketina asta ava Çemê Firatê li navçeyê zerar dîtiye, ava gola Bendava Tişrînê pîs bûye, lewra nexweşiya kolêrayê li ba zarokan peyda bûye.

Cotkar Mihemed Hummade dibêje "Elektrîk li ba me nîne, carna demjimêrekê yan demjimêr û nîvekê dihat, lê niha qet nayê, ji ber av zêde daketiye û nikarin li bendavê berhem bînin."

Gulana 2022an, Îdareya Bendava Tişrînê ser bi Rêveberiya Xweser hişyarî dabû ku asta ava Çemê Firatê 4 metre û nîv şaqûlî daketiye, vê yekê wiha kir ku bendav tenê 6 demjimêran elektrîkê berhem bîne, lê berdewambûna Tirkiye li ser girtina ava Çemê Firatê û nedana pişka Sûriyê ya avê (500 metre sêca di çirkeyekê de) li gor rêkeftina 1987an, ku niha Tirkiye (200 metre sêca di çirkeyekê de) dişîne, tê pêşbînîkirin karesateke mirovî li navçeyê çêbibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst