Li Gundê Hisê yê Efrînê ziyandîtiyên erdhejê daxwaza alîkariyê dikin

05-03-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Li Gundê Hisê yê Efrînê ziyandîtiyên erdhejê daxwaza alîkariyê dikin
Li Gundê Hisê yê Efrînê ziyandîtiyên erdhejê daxwaza alîkariyê dikin
Nîşan Gundê Hisê Gundê Mîrkan Efrîn Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Hisê yê ser bi nahiyeya Mabata li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku wek Mîrkan jî naskirî ye, nişteciyên gund, weke piraniya xelkên Efrînê, ketine ber ziyanên erdheja 06ê Sibata bûrî.

Nêzîka mehekê dike di ser wê erdhejê re derbas dibe, lê hêj pêwîstiya xelkê bi gelek alîkariyan heye, ji derman, xwarin, çadir, kon û alîkariyên darayî.

Di vî warî de jî hin kes û rêxistin û dezgehên xêrxwaz alîkariya wan dikin

Di dema niha de, tevî girîngiya hemû corên alîkariyan ji xelkê re, lê nûavakirina mal û warên wêranbûyî jî, yek ji pêwîstiyên sereke ye ji bo ziyandîtiyên erdhejê.

Bi van alîkariyan xelk dilxweş dibin û hêviya wan bêhtir dibe û dixwazin alîkarî berdewam bin.

Nişteciyê gundê Hisê dibêje “Çadiran xêra xwe şandine, Xwedê ji giştan razî be û yên ku pê re bûn û gihandine me jî siheta wan xweş.”

Xelkên ku hemû mal û milkên wan jinav çûne, di vê rewşê de spasiya wan aliyan dikin ku destê alîkariyê ji wan re dirêj dikin.

Li gundê Hisê komeleya Cûd, di vî warî de beşek ji alîkariyan gihandiye wî gundî.

Pêşnimêjê Mizgefta Gundê Hisê got “Em wek Gundê Hisê ji wan kesên ku van xêr, çadir û alîkariyan dişîn re zor spasiya wan dikin. Em dixwazin van alîkariyan, çadiran û çi ji destên wan tê hîn bişînin. Serê me bi we bilind e.

Neteweyên Yekbûyî di dawîtirîn amarên xwe de, diyar kiriye ku, bi sedema erdheja 06ê Sibata 2023yan, li Sûriyê û bi taybetî li bakurê rojavayê wî welatî, 6 hezar kesî canên xwe jidest dane, piraniya qurbanî û ziyandîtiyan jî, xelkên Herêma Efrînê ne, bi taybetî li Efrîn, Reco, Şiyê, Cindirês û Mabata.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst