Serok Barzanî di salvegera Raperînê de: Divê qewareya Herêma Kurdistanê bê parastin û bihêzkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ji bo salvegera 32 saliya Raperîna Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand, “Raperîn ew rastiya ji bo dost û dijminan selmand ku sîtemkarî û zordarî tu demekê nikarê îradeya azadîxwaziya di dilê gelê Kurdistanê de kêm bike” diyar kir ku ew destkeft divê bê parastin û bihêzkirin.

Serok Barzanî îro Yekşemê 5ê Adara 2023an di 32emîn salvegera Raperînê de peyamek belav kir û anî ziman, “Raperîn li sayeya îradeya azadîxwaziya gelê Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge û plan û yekrêziya aliyên li nav tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê pêk hat û serkeftin bi dest ve anî.”

Serok Barzanî teqezî kir û got, “Qewareya Herêma Kurdistanê ku yek ji berhemên raperîna xelkê Kurdistanê ye, destkefteke dîrokî û giranbihaya gelê Kurdistan e. Ew destkeft divê bê parastin û bihêzkirin û nabê bi tu awayekê kar ji bo lawazkirin û ji rê derxistina wa biha û armancan bê kirin ku gelê Kurdistanê bi wê navê da raperînê kir.”

Peyama Serok Barzanî ya ji bo bîranîna Raperînê:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta sîh û duyemîn salvegera raperîna mezina gelê Kurdistanê pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û pêşmergeyên qehreman û hemû xebatgêr û azadîxwaz û niştimanperweran û hemû xelkê Kurdistanê dikim.

Raperîn li sayeya îradeya azadîxwaziya gelê Kurdistanê û qehremaniya pêşmerge û plan û yekrêziya aliyên li nav tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê pêkhat û serkeftinê bi dest ve anî. Raperîn wê rastiyê ji bo dost û dijminan selmand ku sîtemkarî û zordarî tu demekê nikarê îradeya azadîxwaziya li dilê gelê Kurdistanê kêm bike. Raperîn hilgirê biha û armancên bilind bû, ji bo ewe bû gelê Kurdistanê azad bê û jiyaneke serbilindane li welatê xwe da hebê.

Li bîranîna raperînê da hezaran silav ji bo şehîdên raperînê û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê dişînîn û tekez li wê yekê jî dikîn, qewareya Herêma Kurdistanê ku yek ji berhemên raperîna xelkê Kurdistanê ye, destkefteke dîrokî û giranbihaya gelê Kurdistane. Ew destkeft divê bê parastin û bihêz kirin û nabê bi tu awayekê kar ji bo lawazkirin û ji rê derxistina wa biha û armancan bê kirin ku gelê Kurdistanê bi wê navê da raperînê kir.

Mesûd Barzanî

05.03.2023