Li Silopiyê jinek di mala xwe de mirî hat dîtin

05-03-2023
RÛDAW
Nîşan Silopî Kader Bayindir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silopiyê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê jinek li mala xwe mirî hat dîtin.

Li Taxa Ofîsê ya Silopiyê jina bi navê Kader Bayindir ku li ser nifûsa bajarê Bilecîkê yê Tirkiyê tomar kiriye li mala xwe mirî hat dîtin.

Li ser agahdarkirina cîranan tîmên tendirustiyê hatin cihê bûyerê.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê termê Bayindir jui aliyê tîmên tendirustiyê ve rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê û ji wîr jî ji bo otopsiyê birin Newxweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Hat ragihandin ku Kader Bayindir bi tena serê xwe jiyaye. Herwiha Serodozgeriya Silopiyê derbarê bûyerê de lêpirsîn dayen destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst