Siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê Hekem Xelo koça dawî kir

05-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedar û kesayetiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê Hekem Xelo, îro di 64 saliya xwe de koça dawî kir.

Endamê Meclisa Rûspiyan a Herêma Cizîrê û Serokê Berê yê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hekem Xelo îro Yekşema 5ê Adara 2023yan ji ber celta dil wefat kir.

Cenazeyê wî bi merasîmekê li goristana gundê Çolbistan ê Dirbêsiyê hat veşartin.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb di merasîmê veşartina cenaze de, got: "Hekem Xelo yek ji kesayetên welatparêz ên navdar bû, ji bo parastina aştiya navxweyî kedeke mezin da. Hekem wekî şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar kir û rola wî di Desteya Rûspiyan de mezin bû. Em sersaxiyê ji xwe, malbata Xelo û tevahî pêkhateyên herêmê re dixwazin."

Siyasetmedar û kesayetiya Kurd Hekem Xelo, di sala 2014 de beşdarî avakirina Kantona Cizîrê bû, piştre weke serokê Kantonê hate hilbijartin û heta sala 2019 serê wê bû, her wiha Endamê Meclisa Rûspiyan a Herêma Cizîrê bû.

Hekem Xelo, endezyarê mîmarî bû, li Zanîngeha Helebê der çûbû, berî ku di nava karê Rêveberiya Xweser de cih bigire, ofîsa wî ya endezyariyê hebû.

Hekem Xelo ji gundê Kula yê navçeya Dirbêsiyê ye û sala 1959an hatiye dinê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst