Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî gihand gundê Dêwa yê Cindirêsê

05-03-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Cindirês Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî li ser gundê Dêwa yê nahiya Cindirêsê ser bi herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê belav kir.

Hejmareke zêde ya xelkê gundên derdora Efrînê û Cindirêsê gilî û gazinan dikin ku heta niha alîkarî bi ser wan de ne hatine dabeşkirin û li hinek gundan jî heta niha ti kesekî serdana wan ne kiriye.

Nêzîkî mehekê dike di ser wê erdhejê re derbas dibe, lê hêj pêwîstiya xelkê bi gelek alîkariyan heye, ji derman, xwarin, çadir, kon û alîkariyên darayî.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li ser şandina alîkariyên xwe bo mexdûrên erdhejên yên li herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Di wê çarçoveyê de, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hejmareke karwaneke alîkariyan gihande deverên erdhejê li herêma Efrînê û navçeya Cindirêsê

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li gundê Dêwa yê Cindirêsê alîkarî dabeş kirin û xelkê gund bi zilxit û şekiran pêşwazî li Dezgeha Barzanî kirin û kêfxweşiya xwe anîne ziman.

Dêwa 8 kîlomîtreyan ji Cindirêsê dûr e. Li aliyê çepê yê çemê Efrînê ye, di erdheja 6 mehê de weke gelek gundên din ziyan dîtibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst