PAK: Heta gelê me azad dibe ‘Raperîn’ dê berdewam be

05-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku li her çar perçeyên Kurdistanê heta gelê Kurd azadiya xwe bidest bixe dê raperîn her berdewam be.

PAKê îro Şemiyê 5ê Adara 2022yan bi boneya 31emîn salvegera Raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê peyamek belav kir.

Di peyama xwe de PAK dibêje: “Li navçeya Ranya ya Başûrê Kurdistanê di roja 5ê adara 1991ê de gelê me li himberî Sedamê dîktator Raperîn (Serîhildan) destpê kir. Ev Raperîna li temama Başûrê Kurdistanê belav bû. Di encama vê raperînê de Hewlêr, Silêmanî û Dihok hatin rizgarkirin. Di 1992an de jî bi hilbijartinê Parlamentoya Federe ya Herêma Kurdistanê hat îlankirin.”

PAK dibêje Raperînê di sala 2005an de di Qanûna Bîngehîn a Iraqê de bi qebûlkirina Dewleta Federe ya Kurdistanê berdewam kir û Raperîn nerawestîya.

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de PAK dibêje: “Raperînê di 25ê îlona 2017an de, di referandûma serxwebûnê de, bi %93yê 'erê' ya ji bo serxwebûnê berdewam kir. Tu şika me lê nîne ku, li her çar perçeyên Kurdistanê jî gelê me heta ku azadiya xwe bidest bixe dê Raperîn her berdewam be.

Em 31emîn salvegera Raperîna(Serîhildana) Başûrê Kurdistanê pîroz dikin. Şehîdên raperînê û hemû şedîdên Kurdistanê bi giramî bibîrtînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst