Li Erdexanê 2 deriyên sînorî ligel Gurcîstanê hatin vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Deriyên sînorî yên Çildir-Aktaş û Posof-Turkgozu yên parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê ligel Gurcîstanê ku ji sala 2020ê ve bo çûn û hatina rêwiyan girtî bûn careke din hatin vekirin.

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Erdexanê Çetîn Demîrcî ragihand ku deriyên  sînorî yên Çildir-Aktaş û Posof-Turkgozi yên Erdexanê ku ji sala 2020ê ve di çarçoveya tedbîrên Coronayê de ji aliyê Gurcîstanê ve bo çûn û hatina rêwiyan hatibûn girtin, bi biryareke hevbeş a ligel hikûmeta Gurcîstanê careke din hatine vekirin.

Demîrcî derbarê vekirina wan deriyên sînorî de got: "Divabû deriyên me 1ê Adarê bihatana vekirin lê ji ber hinek sedeman îro hatin vekirin. Îro li herdu deriyan jî çûn û hatina rêwiyan dest pê kiriye."

Deriyên navborî ji 18ê Adara 2020ê ve bi hinceta tedbîrên Coronayê bi biryareke yekalî ya Gurcîstanê hatibûn girtin.