Ji ber posteke Facebookê doz li dijî Ferîd Sedûn hat vekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li ser posteke Facebookê doz li dijî Dr. Ferîd Sedûn hat vekirin.

Li Rojavayê Kurdistanê ji bo yekemîn car li ser posteke Facebookê doz li dijî kesekî tê vekirin.

Akademisyenê Kurd Dr. Ferîd Sedûn ji Rûdawê re got, ji ber rexnekirina wî ji qalîtiya xirab a nan re Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser û Hevserokê wê Selman Barûdo li dadgeheke Rêveberiyê Xweser doz li dijî wî vekirine.

Dr. Ferîd Sedûn got, ew bi neşirînkirina Rêveberiya Xweser û teşhîrkirina Hevserokê Desteya Çandinî û Aboriyê tê tohmetbarkirin û tekez kir ku wî rexne li xerabiya qalîtiya nan kiriye û gotiye divê Hevserokê Desteya Çandiniyê bê dadgehkirin.