Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî dibêje, Raperîn “serhildana xelkê ya li dijî dam û dezgehên sîtemkar û dagirkeran peyameke gelek zelal bû." Serok Barzanî, “yekrêziya gel û Pêşmerge û aliyên siyasî û plan û dûrbîniya serkirdayetiya siyasiya Kurd” wek şanaziyeke din a Raperînê binav kir.
Serhildana li dijî dam û dezgehên zordar
Serok Mesûd Barzanî îro, 05/03/2022, bi boneya 31emîn salvegera Raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê peyamek belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de bi helkefta “31emîn salvegera Raperîna mezin a gelê Kurdistanê pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û yek û bi yekê welatiyên xweşdivî yên Kurdistanê” dike.
Serok Barzanî tekez dike, “Raperîn yek ji serwerî û destkeftên giranbiha yên gelê Kurdistanê, serhildana xelkê ya li dijî dam û dezgehên sîtemkar û dagirkeran peyameke gelek ron û zelal bû ku jibilî hebûna zilm û sîtemê, xwesta azadîxwazî û rûbirûbûna sîtemkariyê herdem di kûrahiya dilê mirovê Kurd de hebû û dimîne.”
Yekrêziya gel, Pêşmerge û aliyên siyasî
Serok Barzanî, “yekrêziya gel û Pêşmerge û aliyên siyasî û plan û dûrbîniya serkirdayetiya siyasiya Kurd” wek “şanaziyeke din a Raperîn” binav dike û dibêje, “Ev yekrêzî bûye faktereke bihêz ku di serdemeke aloz û tarî de serkeftin û azadî bê mîsogerkirin.”
Di peyama xwe de Serok Barzanî tekez dike, “Raperîn ji bo gelê Kurd derfet bû bo ku cîhan li êş û azarên gelê Kurdistanê agahdar bibe û ji bo parastina gelê Kurdistanê pêngavên kirdarî bavêje. Her wiha derfeteke bêwêne bû ji bo piştbestina bi şiyanên gelê Kurdistanê û wergirtina wan mafên ku salên dûr û dirêj hatibûn desteserkirin.”
Biha û rewştbilindî û çanda gelê Kurdistanê
Di dewama peyamê de Serok Barzanî dibêje, “Raperîn hilgirê biha û waneyê mezin bû. Di Raperînê de gelê Kurdistanê, mînaka biha û rewştbilindî û çanda xwe jî pêşanî cîhanê û navçeyê da. Bi hezaran serbazên artêşa rejîmê ketin destê xelk û Pêşmerge, lê belê bi tenê yek kes jî nehat azardan û serpişkkirin ku biçin derveyê welat, yan li Kurdistanê bimînin, yan vegerine nava hikûmetê.”
Serok Mesûd Barzanî di dawiya peyama xwe de dibêje, “Di bîranîna Raperîna mezin a bihara 1991ê de Kurdistanê da tekez li ser peyama aştî û azadîxwaziya gelê Kurdistanê dikin. Ev peyam divê ji bo heta hetayê bilind û zîndî bimîne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse