Nêçîrvan Barzanî: Serhildan deriyê vekirî yê Kurdistanê bû

05-03-2022
RÛDAW
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Raperîn Serhildan Kurdistan Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 31emîn salvegera Raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand, “Serhildan deriyê vekirî yê Kurdistanê bû ji bo qonaxeka nû ya xwebirêvebirinê û damezirandina saziyên şer’î û fermî yên Herêma Kurdistanê.”

Serhildan û redkirina sitem û zordariyê

Îro 31 sal di ser salvegera Raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê re derbas dibin. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi wê boneyê peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Bîranîna 31 saliya serhildana bi rûmet di Adara sala 1991ê de bi germî li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmerge yên mêrxas û hemû Kurdistaniyan li navxwe û derveyî Kurdistanê pîroz dikim.”

Nêçîrvan Barzanî tekez dike, “Serhildan derbirîna xwestek, bawerî û îradeya mukum a gelê Kurdistanê bû ji bo jiyan û paşerojeka baştir û azad, serferaz û redkirina sitem û zordariyê bû. Berhema xebat û qurbanîdana Pêşmerge, gel û cemawerê serhildayî û yekrêziya aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê bû.”

Qonaxa nû ya ji bo xwebirêvebirinê

Di peyama Serokê Herêma Kurdistanê de hatiye, “Serhildan deriyê vekirî yê Kurdistanê bû ji bo qonaxeka nû ya xwebirêvebrinê û damezirandina saziyên şer’î û fermî yên Herêma Kurdistanê ku piştî azadiya Iraqê di destûrê da hatine bicî kirin, di navxwe û cîhana derve jî da bi fermî hatine nas kirin û te’amul pê re tê kirin.”

Nêçîrvan Barzanî di vê bîranînê de careke din tekez dike, “parastina azadî û destkeftiyên serhildanê û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, erk û berpirsiyariya hevbeş a hemû Kurdistaniyan e û wefadarî ye ji bo canê paqij ê şehîdan û hemû qurbaniyên rêya azadiyê.”

Bawerî û geşbîniya ji bo paşerojeke baştir

Serokê Herêma Kurdistanê hêviya xwe derdibire, “Bila ev bîranîn bibe palderek ji bo zêdetir mukumkirina canê biratiyê, bihevrebûnê, yekrêziyê û kûrkirina pêkvejiyanê, hevduqebûlkirinê, lêborînê û karkirina ji bo wan armancên ku şehîdên serhildanê û hemû şehîdên Kurdistanê canê xwe li ser dane.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de dibêje, “Tevî dupatkirina pabendbûna me bi armancên serhildanê, em bi hêvî û umêd, bi bawerî û geşbînî ji bo paşerojeke baştir dinêrîn û bi rêz û hurmet ve yada şehîdên sehildan û hemû şehîdên Kurdistanê dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst