PYNK: Serokê Îtîlafê dixwaze Diyaloga Kurdî têk bide

Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) nerazîbûna xwe li ser daxuyaniyên Serokê Iitîlafa Oposizyona Sûriyê Nesir Herîrî nîşan dan, ku gotibû wan herêmên Efrînê, Girê Spî û serê Kaniyê ji terorê rizgar kirine. PYNK herwiha dibêje Nesir Herîrî dixwaze Diyaloga Kurdî-Kurdî ya di navbera herdu aliyên serekê yên siyasî li Rojavayê Kurdistanê têk bide.

PYNK têkildarî serdana şandeya Îtîlafa Sûriyê ya bi serokatiya Nesir Herîrî bo Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de li hemberî gotinên Herîrî nerazîbûna xwe nîşan da.

PYNKê ragihand, ku li ser daxuyaniyên serokê Iitîlafa Oposizyona Sûriyê Nesir Herîrî ku seredana Herêma Kurdistanê kiribû, ew ji ENKSê daxuyanî û zelalkirinê dixwaze û dibêje, ku pêwist e lêvegereke hûr di tevahiya pêvajoya Diyaloga Kurdî-Kurdî de çê bibe, ji ber ku pêşbîniya metirsiyên mezin dibe.

PYNKê daxuyaniyên Nesir Herîrî weke planeke ne baş li dijî destkeftên gel bi nav kiriye û dibêje, ku helwestên bi vî awayî dixwazin Diyaloga Kurdî-Kurdî têk bidin.  

Di daxuyaniya xwe de PYNK dibêje: “Di demekê de ku hem raya giştî ya Kurd li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hem raya giştî ya Kurdistanê li benda pêşketinên erênî di rêgeha xebatên yekitiya refa kurdî yên bi rêya diyaloga di navbera PYNKê û ENKSê de ne. Derdorên nîştimanî û gelê Kurd ji serdana şandeyeke Îtîlafê bo paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê, şaş man. Wê gavê metirsî û fikarên gel çêkirin û birînên salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û Îtîlafa Îxwanî ve ya beriya 3 salan, kûrttir kirin.”

PYNK daxuyaniya Herîrî weke planên dijminahiya Kurdan û bi taybetî planên li dijî destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê pênase kir û got: “Em ji daxuyaniyên kesekî wekî El Herîrî şoq namînin, ji ber ku ew fêr bûye ku di xizmeta hin aliyan de be. Ji dema ku endamekî Beasê yê şovenîst bû û heta bû firoşkarê Hemze El Xetîb û bû lîstok di destê ajandeyên herêmî de. Normal e ku erka wî û serokên wî ya sereke derbkirina xebatên yekkirina refa kurdî û ji hev qetandina hêzên kurdistanî yên sereke be. Lê tiştê balkêş ew e ku hevkarê wî yê Kurd ku ew pêşwazî kiriye, li hemberî daxuyanî, îdia û pêşniyarên wî bê deng bimîne. Bê guman, ev dijberiya eşkere ya Îtîlafê pêwîst e ji aliyê ENKSê ve bê şîrovekirin ku aliyê din ê diyalogê ye. Di heman demê de divê der bare rêveçûna Diyalogên Kurdî-Kurdî de lêvegereke kûr ji aliyê PYNKê ve bê kirin, ji ber ku nîşaneyên xetereyên mezin hene.”