HRE: 7 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Rizgariya Efrînê li sê cihan çekdarên ser bi Tirkiyê ve kirin armanc û di encamê de 7 çekdar hatin kuştin û 5 çekdar jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê aşkere kir li navçeyên Raco, Bilbil û Şêrawa yên ser bi Efrînê ve çekdarên ser bi Tirkiyê ve kirine armanc.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin hêzên HREyê, roja 3ê Adarê, “di navbera gundên Berbenê û Qopê yên bi ser navçeya Raco ve, gundê Zarê yê bi ser naveçeya Bilbilê ve û gundê Basûtê yê bi ser navçeya Şêrawa ve” li dijî xalên kontrolê yên çekdarên ser bi Tirkiyê ve êriş encam dane.

Her li gor wê daxuyaniyê di encama wan êrişan de 7 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin û 5 çekdar jî birîndar bûne. Herwiha hatiye diyarkirin ku 2 otomobîlên çekdaran jî hatine têkbirin.