Serok Barzanî: Gelê me bindestî û zordariyê qebûl nake

Hewlêr (Rûdaw) – Bi boneya 29mîn salvegera serhildana gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê ku wek Raperîn tê naskirin, Serok Barzanî peyamek belav kir û ragihand: “Peyama Raperînê ji bo her kesî zelal e, gelê me bindestî û zordariyê qebûl nake.”

Îro 5ê Adarê 29mîn salvegera serhildana gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê ya li dijî rejîma Beis a Iraqê ye ku ji bajarê Raniye ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve dest pê kir, ji ber wê jî Raniye wek derwazeyê Raperînê tê naskirin.

Bi helkevta 29mîn salvegera Raperînê, Serok Barzanî li ser hesaba xwe ya twitterê peyamek belav kir û ragihand: “Pîroz be bîst û nehemîn salvegera Raperîna gelê Kurdistanê. Peyama Raperînê ji bo hemû aliyan zelal e, gelê me bindestî û zordariyê qebûl nake.”

29 sal berî niha xelkê navçeya Raniye ya ser bi Silêmaniyê ve, li dijî rejîma Beis a Iraqê dest bi serhildaneke cemawerî kirin û di heyama çend demjimêran de tevahiya saziyên hikûmetê ketine destê hemwelatiyan.

Piştî Raniyeyê, serhildana cemawerî ya li dijî Beisê pêl avête bajar û deverên din ên Kurdistanê û heta 20 rojan li ser hev berdewam bû û wê demê Kerkûk jî ji destê hikûmeta Beis hat rizgarkirin.