Encûmena Wezîran bi boneya salvegera Raperînê peyamek belav kir

05-03-2019
RÛDAW
Nîşan Raperîn Adar Encûmena Wezîran Herêma Kurdistanê Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di salvegera Raperîna Adarê ya sala 1991ê de peyamek belav kir û ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê yek ji destkeftên Raperînê ye, parastin û bihêzkirina wê jî erk û berpirsyariya hemû alî û çînên gelê me ye. Ev erk îro ji her demê zêdetir jihevfêmkirin, tebayî û yekrêziya zêdetir ji hemû aliyên Kurdistanê dixwaze.

 

Îro 28 sal di ser Raperîna sala 1991ê ya Başûrê Kurdistanê re derbas dibe. Encûmena Wezîran jî ji ber vê boneyê peyamek belav kir û ragihand: “Îro 28 sal di ser Raperîna mezin a Adara 1991ê re derbas dibe. Bi vê boneya bi rûmet, em pîrozbahiyên xwe yên herî germ li malbatên serbilind ên şehîd û pêşmergeyên qehreman û hemû Kurdistaniyên ezîz bi hemû pêkhateyên netewî û olî yên li navxwe û derveyî Kurdistanê dikin.”

 

Di beşeke din a peyamê de Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê diyar dike: “Raperîn ku deng û îradeya gelê Kurdistanê bû ji bo redkirina zilm û xwesepandina bi ser daxwaz û çarenivîsa wî de, bi qurbanîdan û xebata gel û bi yekrêzî û yekbûna aliyên siyasî û hemû pêkhate û çîn û komên wî, serkeftina herî mezin a dîrokî bû ku gelê me tomar kir.”

 

Peyama Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi vî awayî ye:

 

Civaka serbilind û xweragir a Kurdistanê,

 

Îro bîst û heşt sal di ser Raperîna mezin a Adara 1991ê re derbas dibe, bi vê boneya bi rûmet, em pîrozbahiyên xwe yên herî germ li malbatên serbilind ên şehîd û pêşmergeyên qehreman û hemû Kurdistaniyên ezîz bi hemû pêkhateyên netewî û olî yên li navxwe û derveyî Kurdistanê dikin.

 

Raperîn ku deng û îradeya gelê Kurdistanê bû ji bo redkirina sîtem û xwesepandina bi ser daxwaz û çarenivîsa wî de, bi qurbanîdan û xebata gel û bi yekrêzî û yekbûna aliyên siyasî û hemû pêkhate û çîn û komên wî, serkeftina herî mezin a dîrokî bû ku gelê me tomar kir. Her bi wê yekrêzî û giyana xweragirî bû ku li paş raperînê heta niha Herêma Kurdistanê çendîn planên şerxwaz ên terorîst û nahezan xistiye gorê û çendîn asteng û qeyranên nexwestî bi awayekî serkeftî derbas kiriye.

 

Kurdistaniyên ezîz,

 

Xebat û xweragiriya we ji bo bidestxistina jiyaneke azad û serbilind û dinyayeke şaristanî ya bi aramî û lêborîn û aştî û xweşguzeranî tijî bûye. Jiyaneke ku hêjayî dîroka dêrîn a qurbanîdan û xebata gelê me yê zilmdîtî be di qonaxên cuda yên xebat û têkoşîna aştîxwaz de. Daxwazên rewa û destûrî yên Herêma Kurdistanê li Iraqa federal, mafê wê yên sirûştî û dadperwerane ne. Iraqeke seqamgîr û gelekî xweşguzeran encama sîstemeke bi sihet a demokrasî û federalî ye ku têde rêz li destûrê were girtin û hevbeşiya rasteqîn û mafên rewa yên hemû pêkhateyan têde hebin.

 

Kurdistaniyên xoşewîst,

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê encama îradeya niştimanî ya gelê Kurdistanê ye bi hemû pêkhateyên netewî û olî û yek ji destkeftên bihadar ên Raperînê ye, parastin û bihêzkirina wê jî erk û berpirsiya hemû alî û çînên gelê me ye. Ev erk îro ji her demê zêdetir jihevfêmkirin, tebayî û yekrêziya zêdetir ji hemû aliyên Kurdistanê dixwaze.

 

Em bawer in ku himeta dilsozane û hestê berpirsyariyê yê aliyan di asta vê peywira dîrokî de dibin ji bo parastina destkeftên Raperînê û bihêzkirina bingeh û payeyên Kurdistaneke bihêz, weke wefayek ji bo xwîna şehîdên qehreman û dîroka bi qurbanî û serweriya gelê me tijî û ji bo seqamgîrî, geşepêdana Herêma Kurdistanê, jiyaneke bi serbilindî, xweşguzeranî, bidestxistin û parastina mafên Kurdistaniyan û siberojeke geş ji bo hemû pêkhateyên Kurdistanbê û nifşên me yên siberojê.

 

Bilind û rûmetdar be salvegera Raperîna mezin a Adara 1991ê.

 

Silav bo giyanên pak ên şehîdên Raperînê û hemû şehîdên Kurdistanê.

 

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê

5-3-2019

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst