Mike Pompeo peywendiyeke telefonî li gel Serok Barzanî encam da

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê di peywendiyeke telefonî de rewşa Iraqê gotûbêj kirin.

 

Êvara sêşemê (05-03-2019) Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi rêya telefonê peywendî bi Serok Barzanî re kir.

 

Di peyweniya telefonî de li ser pêşhat û rewşa herî dawî yên siyasî yên Iraqê danûstandinan fikr û ramanan hat kirin.

 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo roja çarşema 9ê Çileya 2019an serdana Hewlêrê kiribû û li gel Serok Mesûd Barzanî civiyabû.