Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê: Bûyera Şingalê ne birakujî bû

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Omîd Sebah got, ku hebûna çend kesekê şingalî yên nan YBŞê de nayê wê wateyê ku ev hêz hêzekî rewa ye, hemû merciên fermî yên êzidiyan jî li dijî hebûna PKKê ya li Şingalê ne.

 

 Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Omîd Sebah beşdarî bernameya “Rûdawa Îro” ya radyo-televizyona Rûdawê bû û debarê alozî û bûyera li Komalgeha Xanesorê ya Şingalê de axivî.

 

Sebah daxuyand, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber vê rewşê xemgînî û nîgeraniya xwe aniye ziman û got:

 

“Bêguman Serok Barzanî bi kûrahiya stratejiya netewetiyê reftar dike. Di çarçoveya berpirsiyariya nîştîmanî û neteweyî de biryaran dide, di vê çarçoveyê de temaşeyê mijaran dike.”

 

Dr. Omîd Sebah amaje bi wê yekê kir, ku li Şingalê ew hêzên di bin navên cuda de û bi piştgiriya PKKê hatine birêxistinkirin ne di bin bane Fermandeyiya Giştî ya Hêzên Çekdarên Kurdistanê ne û diyar kir; “Wan hêzan rizaya xelkê resen ên navçeyê jî wernegirtine. Bi belge jî hemû beyanameyên merciên êzidiyan li dijî wan derdikevin. Weke Ciata Rûhanî ya Êzidiyan, Mîratiya Êzidiyan û Civata Şingalê.”

 

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir, ku nabe mijara sînorên Kurdistanê ji bo soz, hest, mûzayedeyên medyayî û destkeftên hêzên siyasî bên bikaranîn û wiha berdewam kir:

 

“Ew der cihekî serbazî ye. Hê jî li wê herêmê şer heye û metirsî li ser heye. Ew der di bin parastina hêzên çekdarî yên pêşmergeyên Kurdistanê de ye. nabe bidin destê aliyekê siyasî û bi keyfa xwe destwerdana îradeya siyasî ya Herêma Kurdistanê bike.”

 

Li ser pirsa; “Gelo ma ev şer ne şerê birakujiyê ye? Dr. Omîd Sebah wiha bersiv da:

 

“Nexêr, ne şerê birakujiyê bû. Cenabê Serok got, ku ew ji ber vê rewşê nîgeran e, ferman da Hêzên Pêşmerge daku mijarê teşene nekin û kontrol bikin. Serokê Herêma Kurdistanê ji bo careke din şerê birakujiyê nebe ev erk qebûl kir. Herdem jî ji bo vê yekê hewl dide.”

 

Derbarê cudahiya di navbera Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê û hêzên YBŞê de jî Sebah nêrîna xwe wiha anî ziman:

 

“Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê di bin serpereştiya Wezareta Pêşmerge û Fermandeyiya Giştî ya Hêzên Pêşmerge de ye. Lê hêzên weke YBŞ û ewên din serbi PKKê ne. Ew fermanên xwe ji PKKê werdigrin û hizrên wan weke hev e. Dibe çend kesekî şingalî di nav wan de hebin. Lê ev nayê wê wateyê ku ew dibin hêzekî rewa.”