Demîrtaş: 100 sal in Kurdistan dûrî Enqerê ye

05-03-2014
RÛDAW
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş, diyar kir ku hin kes ji bo zarokên xwe dahatûyeke bi dolaran ava kirine, lê zarokên gel muhtacî nanekî ne. Demîrtaş got, "Vir sed sal e dûrî Enqere ye. Bi ti awayî nêzîk nebû. Di 30'ê Adarê de derfetên me hene em vê biguherin."


Mîtîngên hilbijartinê yên BDP'ê ku li Egîl û Pîranê dest pê kirin îro jî li Çingûşê dewam kir. Di mîtîngê de ku li ber Avahiya Şaredariyê pêk hat, Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahedîn Demîrtaş, namzedên Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, namzedên Hevserokên Şaredariya Çingûşê Niyazî Yîgît û Hayriye Geçîtlî, rêveber û endamên BDP'ê jî beşdar bûn.

BDP'yî li Çingûşê ji aliyê bi hezaran welatiyan ve hatin pêşwazîkirin. Otobûsa BDP'yiyan ji ber eleqeya zêde ya gel ku bi zehmet hereket dikir, qada mîtîngê bi rengê kesk û sor û zer hat xemilandin. Namzedê Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli di mîtîngê de axaftina yekemîn kir. Anli diyar kir ku wê Çingûş piştî 30'ê Adarê di dilan de cihê herî xweşik bigire. Anli anî ziman ku wê tevayî pirsgirêkên li navçe û bajêr pêkve çareser bikin. Firat di bin banê BDP'ê de banga yekîtiyê kir.


Piştî axaftina Anli Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahedîn Demîrtaş li ser otobûsa hilbijartinê bi çepik û dirûşman dest bi axaftina xwe kir, Demîrtaş got, "Em xwe ji hilbijartineke ku birçîbûn û perîşaniyê ji holê rake û ew 100 sal e li ser me tê ferzkirin, dikin. 100 sal e vir dûrî Enqerê ye, bi ti awayî nêzîk nabe. Pirsgirêkên wan çareser nake. Di 30'ê Adarê de derfetên me hene ku em vê biguherin. Wê gelê Çûngişê êdî biryara xwe bi rêya meclîsa xwe bide. Em şaredariyan ne ji bo axatî û paşatiyê ji bo bibin xizmetkarên we, hildibijêrin."


Demîrtaş da zanîn ku hin kes ji bo zarokên xwe dahatûyeke bi dolaran ava kirine, lê zarokên gel muxtacî simîdekê ne û axaftina xwe wiha domand, "Wê gelê Çingûş ji xwe bawer bike. Ez bang li namzedên di partiyên din de dikim. Ne dereng e, hîn jî deriyê partiya me vekiriye. Îstîfa bikin bila bê namzed bimînin. Ew partî tiştekî bi we nadin qezenckirin. Wan partiyan terk bikin û di 30'ê Adarê de em Çingûş bi serketinê tacîdar bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst