Amed (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji bo "Civînên Aştiya civakî û azadiyê" li Amedê bi xelkê bajêr re civiya û careke din amaje bi banga ku dê ji Îmraliyê bê kir.
Bakirhan di axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya desthilatê ya li ser pêvajoya ku dimeşe û girêdayî wê jî bang li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir.
"Erdogan heta niha dengê xwe dernexistiye"
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan wiha anî ziman:
"Ji vir banga min li birêz Erdogan e jî ku heta niha wî dengê xwe dernexistiye û di vê mijarê de tiştekî zelal negotiye û nexşerêyek dananiye holê.
Desthilat dê kîjan gavan biavêje? Nexşerêya wan çi ye? Rojê 24 saetan nîqaşa berdana çekan dike.
Lê em rojekê nebûne şahid ku bibêje, erê yên ku çekan berdin dê çi bikin? Dê biçin ku derê? Dê bigihêjin malbatên xwe yan na?
Yên ku dibêjin bila çekdar li Sûriyeyê nemînin, li Îraqê nemînin, li Qendîlê nemînin, plansaziya vî karî kirine gelo?
Di girtîgehan de bi sed hezaran girtiyên siyasî yên bê sûc û bê hiqûq radikevin hene, rewşa wan girtiyan dê çi be?
Meseleya zimanê zikmakî çi be? Rewşa rêveberiyên herêmî dê çawa be? Qeyûmên ku xespa îradeyê ne dê çawa bin?"
"Divê destên xwe yên aştiyê dirêjî birayên me yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê jî bikin"
Di civînê de Hevserokê DEM Partiyê Bakihanli welatiyên Kurd û Tirk bang kir ku xwedî li pêvajoya ku dimeşe derkevin, şertên pêkanîna aştiyê jî rêz kirin.
Bakirha amaje bi pêwendiya pêvajoya ku dimeşe û bipêşketinên li Rojavayê Kurdistanê kir û wiha pê de çû:
"Eger ev pirsgirêk çareser bibe, divê Kurd bi zimanê xwe karibin perwerde bibînin, divê demokrasiya herêmî hebe.
Ev pêvajo di heman demê de bakurrojhilatê Sûriyeyê jî eleqedar dike.
Yên ku li vir destên aştiyê dirêj dikin divê destên xwe yên aştiyê dirêjî birayên me yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê dijîn jî bikin."
"Cara ewil divê zimanê me were naskirin"
Xelkê Amedê jî ku ji pêvajoya dimeşe bi hêvî ne, hêviyên xwe wiha tînên zimên:
- "Cara ewil divê zimanê me were naskirin. Di xwendingehan de divê bi zimanê me perwerde were dayîn."
- "Eger ev pêvajysa çareseriyê pêk were dê rehetî û aramî çêbe, dê xweş be, dê ji bo her kesî bi xêr bibe. Xwedê bi xêr bike."
"Tirk çawa dijîn bila Kurd jî wisa bijîn"
- "Welatiyên Tirk çawa jiyana xwe didomînin çawa dijîn ez dixwazim bila Kurd jî wisa bijîn. Bila dibistana Kurdan jî hebe, zimanê Kurdan jî hebe."
"Bila statuya gelê Kurd hebe"
- "Em dibêjin bila statuya gelê Kurd hebe. Yanî li vî welatî, li vî erdî em çi ne? Em kî ne?
Em dê heta kengî wiha berdewam bikin? Em ê heta kengî wiha bê nav, bê nasname û bê ziman berdewam bikin?"
Civînên aştiya civakî û azadiyê yên ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê ji aliyê DEM Partiyê ve tên lidarxistin dê li gelek bajaran di demên cuda cuda de werin kirin û bipêşketinên di wî warî de dê bi xelkê re werin parvekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse