Hewlêr (Rûdaw) - Efserekî pilebilind ê artêşa Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê ji aliyê gerîlayên PKKyê ve hat kuştin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê diyar kir ku îro li herêma "Operasyona Pençe-Kilîdê" dema çalakiyên lêgerîn û kontrolkirinê di navbera leşkerên wan û gerîlayên PKKyê şer û pevçûn derketine.
Di encama şer û pevçûnan de efserê wan ê pilebilin ê komando yê bi navê Murat Kemal Yetişen hatiye kuştin.
"Operasyona Pence-Kilîdê"
Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê "Operasyona Pence-Kilîdê" kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse