Civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hat paşxistin

05-02-2024
RÛDAW
Nîşan Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekemîn civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya piştî hilbijartinan ji ber ku endamên Ereb û Tirkmen beşdar nebûn hat paşxistin.

Hejmara yasayî temam nebû, carek din Encûmena Parêzgeha Kerkûkê nekarî bicive.

Biryar bû heftiya borî civîna yekem a Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya piştî hilbijartinan bihata lidarxistin lê ji ber danûstandinên siyasî hatibû paşxistin ku îro bê kirin.

Ji bilî 5 endamên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê û 2 endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) endamê kotaya Xiristiyanan îro li cihê civînê amade bûn.

Encûmena Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi serokatiya biemirtirîn endamê hilbijartî yê wê encûmenê hat destpêkirin lê hejmara yasayî temam nebû, carek din Encûmena Parêzgeha Kerkûkê nekarî bicive.

Civîn ji ber ku endamên Tirkmen û Ereb amade nebûn û hat paşxistin û dema wê jî ne diyar e.

Serokê Fraksîyona YNKyê Rêbwar Taha derbarê paşxistina civînê de got, “Em dixwazin hemû pêkhateya pêkve kom bikin, ji ber vê yekê me civîn nekir.”

Rêbwar Taha jî got: "Gelê Kerkûkê li bendê ye, divê em gavên cidî bavêjin, ev gava yekem bû ku em îrade û nêrîna xwe nîşanî her kesî bidin ku em amade ne.”

Herwiha Serokê Fraksiyona PDKyê Hesen Mecîd jî got derbarê beşdarnebûna Ereb û Tirkkmenan got, “Divê em rûnên, ji bilî rûniştinê ti tişt li pêşiya me nîne. Ji me hat xwestin ku em nameyekê binivîsînin û hatin vê derê. Hêvî dikim ku di cara bê de em bicivin.”

Piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşîna 2017an û vekişîna Pêşmerge ji sînorên parêzgeha Kerkûkê, nêzîkî 140 postên îdarî û ewlehiyê yên Kerkûkê, ji destê Kurdan hatine derxistin.

Herwiha di dema zêdetir ji şeş salên borî de, her rêveberiyek an saziyek li ser rêveberiya Kerkûkê hatibe zêdekirin, rêveberê wê Kurd nebûye.

 

Piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşîna 2017an, Kurdan li Kerkûkê ew postên herî diyar ji dest dane:

Parêzgarê Kerkûkê, Serokê Encûmena Parêzgehê, Qaymeqamê Kerkûkê, Qaymeqamê Dûbiz, Rêveberê Polîsê Nehîştina Tawanan, Rêveberê Xorakê, Rêveberê Xanûberan, Serokê Desteya Destpakiyê, Rêveberê Rêyan, Rêveberê Tendirustiyê, Rêvebirê Çandiniyê, Rêveberê Çalakiyên Werzişî û Xortan û Rêveberê Polîsê Qeza û Nahyeyên Kerkûkê, Kurdan ev hemû post ji dest dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst