Li Mûşê ji ber berfê rêya 13 cih û waran girtî ye

05-02-2024
Nîşan Mûş Berf Rêya Gundan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gimgimê ya Mûşa Bakurêê ji ber berf û bagerê rêya 13 cih û waran girtî ye.

Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Mûşê Şeyhmus Yentur diyar kir ku ji ber şertên neyînî yên hewayê rêya 13 gundan hat girtin.

Şeyhmus Yentur da zanîn ku ekîb di xebatên xwe de berdewam in ku rêyên girtî vekin.

Li Colemêrgê jî ji ber sir û seqemê şembelûkên bi qasî 2 metreyî dirêj, bi avahiyan ve daliqîn.

Li navçeya Geverê jî ji ber mijê ajokaran zehmetî kişand û lewma ekîbên trafîqê ajokar hişyar kirin ku baldar bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst