Mereş: Qaymeqam di mala xwe de mirî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Qaymeqamê navçeya Celayê ya Mereşa Bakurê Kurdistanê di mala xwe de mirî hat dîtin.

Qaymeqamê navçeya Celayê ya Mereşê Mesut Coşkun di mala xwe de mirî hat dîtin.

Heta niha jî ne diyar e bê Mesut Coşkunê şopê guleyê li ser laşê wî heye xwe kuştiye yan hatiye kuştin.

Mesut Coşkunê ku sala 1993yan li parêzgeha Kirikkaleyê ya Tirkiyeyê ji dayik bûye sala 2016an beşa Aboriya Kar û Karûxebatên Endustriyê ya Zanîngeha Enqereyê qedandiye.

Wî li Îhsangaziya Kastamonuyê û Kemalpaşaya Artvînê jî qaymeqamtî kiriye.

Mesut Coşkun ji 7ê Îlona 2023yan ve qaymeqamê navçeya Celayê ya Mereşê bû.