HSD: 6 şervanên me şehîd ketin

05-02-2024
Nîşan HDS Dêrezor Şervan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, “Di êrişa li Rojhilatê Dêrezorê de şeş şervanên me şehîd ketin.”

Navenda Ragihandinê ya HSDyê da zanîn ku ev şervan di êrişa dronên Rejîma Sûriyeyê de şehîd ketine.

HSDyê di daxuyaniya xwe de got:

“Îro şeş şervanên me di êrişeke dronan a ku çavkaniya wê Rejîma Sûriyeyê bû şehîd ketin.”

“Em dê bersivê bidin”

Li gorî daxuyaniya HSDyê, di vê êrişê de akamediya perwerdekirinê ya şervanan a li rojhilatê Dêrezorê bûye hedef.

HSDyê ev êriş şermezar kir û got, “Piştrast bin ku em dê bersiveke guncav a leşkerî bidin.”

HSDyê diyar kir, “Baregeha El-Umerê ya li rojhilatê Dêrezorê bûye armanca vê êrişa terorîstî.”

Li aliyê din, leşkerên Amerîkayê jî li Baregeha El-Umerê bi hêzên HSDyê re dimînin.

Amerîkayê 2yê vê mehê êrişî grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Îraq û Sûriyeyê kiribû.

Çavkaniyên xwecihî wê demê ragihandibû ku di van êrişên Amerîkayê de tenê li Sûriyeyê 23 çekdarên alîgirên Îranê hatine kuştin.

Îraqê jî dabû zanîn ku 16 çekdarên Heşdî Şebiyê hatine kuştin.

28ê Kanûna Paşîn a 2024an jî li Urdunê di êrişeke bi dronan de sê leşkerên Amerîkayê hatibûn kuştin û 41 leşkerên wê jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst