Pêleke berf û baranê Bakurê Kurdistanê daye ber xwe

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand, tê pêşbînîkirin ku îro ji bilî parêzgeha Meletiyê li tevahiya parêzgehên Bakurê Kurdistanê dê berf û baran bibarin.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê da.

Li gorî saziyê, li parêzgehên Erzirom, Qers, Wan, Şirnex, Colemêrg, Sêrt, Bedlîs, Erdexan, Dêrsim û Çewlîgê yên Bakurê Kurdistanê dê berf dibare.

Li parêzgehên Amed, Mêrdîn û Dîlokê jî dê berf û baran bi hev re bibarin.

Herwiha li parêzgeha Rihayê jî dê barana gur bibare û ji bilî Meletiyê li parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê dê baran bibare.

Li parêzgehên wekî Qers û Erziromê metirsiya qeşa û aşûtê jî heye.

Herwiha li Bakurê Kurdistanê pileya germahiyê li gorî demsalê di asta asayî de ye.