Parlamenterê berê yê CHPyê li Dêrsimê bû berbijêrê serbixwe

05-02-2024
RÛDAW
Nîşan Huseyîn Aygun Dêrsim Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê CHPyê Huseyîn Aygun, berbijêriya xwe ya ji bo Şaredariya Dêrsima Bakurê Kurdistanê ragihand.

Huseyin Aygun li Dêrsimê bi piştgiriya Platforma Însiyatîfa Gel a Dêrsimê û Tevgera Komunîst a Tirkiyeyê bû berbijêrê Şaredariya Dêrsimê.

Aygun li oteleke Dêrsimê civîneke medyayê saz kir û berbijêriya xwe ragihand.

"14 hezar ciwanên me ji Dêrsimê çûn"

Parlamenterê berê yê CHPyê Huseyîn Aygun got:

“Piştî meha gulanê li Tirkiye û Dêrsimê tiştên wiha qewimîn ku 14 hezar ciwanên me ji Dêrsimê çûn.

Ez nizanim min ji çend kesan re referans nivîsand.

Min meha îlonê got ez çi dikim? Bi van referansan ez jî koçê teşwîq dikim. Min pirsa 'Ev bajar dê çawa bib?' ji xwe kir.

Hevalên min li Enqereyê hevdîtin kirin. Wan got 'Êdî bes e'. 30 sal in ku em diaxivin, divê êdî em karekî bikin.”

Aygun di xula 24emîn a Parlamentoya Tirkiyeyê de parlamenterê CHPyê yê Dêrsimê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst