Amed - Namzedê serokatiya şaredariyê ji ber destdirêjiyê hat girtin

05-02-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Bismil Namzed Destdirêjî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat îdiakirin ku berbijêrê CHPyê yê Şaredariya navçeya Bismilê ya Amedê Abdurrahîm S. ji ber ku destdirêjî li keçeke 30 sal ji xwe biçûktir kiriye hatiye girtin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îhlasê (ÎHA), Berbijêrê CHPyê yê navçeya Bismilê ya Amedê Abdurrahîm S. (49) destdirêjî li keça 19 salî ya bi navê B.D. kiriye.

Roja bûyerê gilî kir

B.D. roja bûyerê çû Rêveberiya Ewlehiyê ya Giştî ya Polîsan a navçeya Bilsmilê û giliyê Abdurrahîm S. kir.

Li gorî îfadeya keça ciwan, ew 2yê Sibatê li avahiya CHPyê ya navçeyê wekî çayger dest bi kar kiriye.

Roja duyem a kar Abdurrahîm S. ji wê re gotiye “Ji min re nebêje beg” û destê xwe avêtiye lingê wê.

B.D.yê  diyar kir ku di heman rojê de, ber bi êvarê ve cara duyem Abdurrahîm S. êrişî wê kir.

Herwiha B.D.yê got ku Abdurahîm S. bi zorê lêvên wê maç kiriye û destên xwe avêtiye singa wê.

Keça ciwan li ser bûyerê ji partiyê derket û bûyerê ji pismamê/dotmama xwe F.D. re gotiye.

Li ser giliyê B.D. û F.D. polîsan Abdurrahim S. desteser kir.

“Min çi kiribe min bi hestên bavitiyê kir”

Dotmam/Pismamê B.D.yê F.D. got ku Abdurrahîm S. gelek caran li wî/wê geriyaye û gotiye, “Min çi kiribe min bi dilovaniya bavitiyê kir. Ti armacên min ên din nebûn.”

Hat girtin

Piştî karûbarên li Navenda Rêveberiya Polîsan a Bismilê, hêzên ewlehiyê Abdurrahîm S. sewqî Dadgehê kir.

Abdurrahîm S. ji ber tawana destdirêjiyê hat girtin û ew şandin girtîgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst