Li Semsûrê ji ber salvegera erdhejê sibe deriyên dibistanan venabin

05-02-2024
Nîşan Semsûr Dibistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgariya Semsûrê ragihand ku ji ber salvegera yekem a erdhejên ku navenda wan Mereş bûn, dibistan dê sibê venebin.

Parêzgariya Sesmsûra Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku roja 6ê Sibatê 2024an di salvegera erdhejê de dê dibistan rojekê bên girtin.

Di daxuyanîya parêzgariyê de  hat gotin ku sibe bernameyên bi bîra nînê dê bên lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê ji ber ku bernameyên bibîranînê dê çêbibin, ziyareta goristanan bê kirin û serdanên sersaxiyê yên welatiyan bên kirin li bajêr qelebalixê çêbibe.

Di daxuyaniyê wiha hat gotin:

"Li seranserê bajarê me perwerdeya li dibistanên seretayî û navîn 6ê Sibatê roja sêşemê ji bo rojekê hat sekinandin.

Her wiha ji bo xebatkarên me yên li sazî û rêxistinên kamuyê dixebitin û dê beşdarî bernameyên bîranînê û serdanên goristanan bibin jî alîkarî bê kirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst