Bakirhan li Semsûrê ji Rûdawê re: Tiştên hikûmetê nekirinê em dê bikin

05-02-2024
RÛDAW
Bakirhan derbarê wê serdanê ji Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk re axivî
Bakirhan derbarê wê serdanê ji Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk re axivî
Nîşan Tuncer Bakirhan Semsûr Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan ragihand ku tiştên ku hikûmeta Tirkiyeyê ji bo mexdûrên erdhejê nekirine ew dê bikin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi boneya salvegera erdhejên 6ê Sibata 2023yan ku navendên wê Mereş bûn çû serdana Semsûrê û li wan cihan geriya ku di erdhejê de zerer dîtine.

“Bandora felekatê hîn jî didome

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derbarê wê serdanê ji Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk re axivî:

“Ji gelê me re sersaxiyê dixwazim. Felaketeke gelekî mezin bû. Bandora felekatê hîn jî didome. Ne xwarin, ne av,  ne mal û ne dibistan ninîn. Gelê me perîşan bûye.

Gelê me ji şert û mercên zivistanê di rewşeke xirab de ne. Em dê van ji bîr nekin. Şaredariyên me ji bo xizmeta gelê xwe bikin hene. Derfetên wan ji bo hemû gelê me ye.

Derfetên Amedê ji bo Semsûr û Qersê jî tên bikaranîn. Me berê jî ev yek dikir û em dê dîsa bikin.”

Bakirhan herwiha amaje bi wê yekê kir ku hikûmeta Tirkiyeyê ji bo mexdûrên erdhejê giştên pêwîst nekiriye û got:

“Em hêvî dikin ku di 31ê Adarê de dîsa şaredariyên xwe bi dest bixin û tişta ku hikûmetê nekiriye em dê ji bo gelê xwe bikin.”

Bakir çû serdana goristanê

Bakirhan îro goristana Karapinarê ku ji bo qurbaniyên erdhejê hatibû çêkirin ziyaret kir û pişt re çû serdana bajarê konteyniran ê li navenda bajarê Semsûrê.

Hevserokê DEM Partiyê li wê derê bi mexdûrên erdhejê re hevdîtin kir.

Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar û Gulistan Kiliç Koçyîgît jî li gel Tuncer Bakirhan bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst